Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Komîsyona Parlementoyê li destpêka meha bê dest bi karên xwe dike

Numan Kurtulmuş (Wêne: AA)
Numan Kurtulmuş (Wêne: AA)

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlementoya Tirkiyeyê radigehîne, “Komîsyona Parlementoyê ya girêdayî pêvajoya aştiyê dê li destpêka meha bê dest bi karên xwe bike.” Herwesa daxwazê ji xelkê welatê xwe jî dike ku, piştgiriyê bidin wê pêvajoyê.

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro (Yekşem, 27ê Tîrmeha 2025ê) di merasîmekê de li Çanakkaleyê ragihand, “Li destpêka meha bê, Komîsyona Parlementoyê ya ji bo pêvajoya aştiyê dê dest bi karên xwe bike.”

Numan Kurtulmuş tekez jî kir, “Komîsyona Parlementoyê dê bibe bingeha xurtkirina demokrasiya Tirkiyeyê; Fikir û ramanên cuda dê bên nîqaşkirin û biryar dê li gorî berjewendiya xelkî bên dan.”

Navbirî piştrast jî kir, “Pêvajoya nû ya aştiyê pêdivîtî bi gelek demê nîne, lê pêdivîtî bi rêbazeke erênî û îradeyeke cidî heye.” Wî herwesa daxwaz ji xelkê Tirkiyeyê jî kir ku, bi awayekî bihêz piştgiriyê bidin vê qonaxê.

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê amaje jî da, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar daye ku xwe hilweşîne û dê di demeke nêzîk de xwe hilweşîne, paşî di qonaxa di dû re de ew dê atmosferekê biafirînin ku tê de "tundûtûjî qet careke din li ser vê axê serê xwe hilnede."

Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Parlementoya Tirkiyeyê pêr (În, 25ê Tîrmeha 2025ê) di nivîsareke fermî de daxwaz ji fraksiyonên parlementoyê kir ku, navên endamên xwe ji bo wê komîsyonê pêşkêş bikin, ku biryar e ji 51 endaman pêk bê.

 
 
Fly Erbil Advertisment