Îşev parêzgarekî nû bo Bexdayê tê hilbijartin

Bexda
Bexda

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryarv e ku gengeşeyên li ser postê Parêzgarê Bexdayê îşev bi dawî bibin û encûmena wê parêzgehê bi dengdaneke eşkere û vekirî di navbera du namzedan de yekalî bike, ku yek ji wan namzedê şexsî yê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî ye.

Li gorî zanyarên Peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî, îşev di avahiya Encûmena Parêzgeha Bexdayê de civîneke taybet dê bê lidarxistin da ku Parêzgarê Bexdayê yê nû bê hilbijartin.

Du namzed ji bo postê Parêzgarê Bexdayê hevrikiyê dikin, yek ji wan Serokê Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê Etwan Etwanî ye, ku namzedê taybet û şexsî yê Serokê Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî ye.

Namzedê duyê jî Heyder Muhan e hevrikiya li ser wî postî di navbera Nûrî Malikî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de ye.

Berevajî wan gotgotkên ku dibêjin civîna Encûmena Parêzgeha Bexdayê dê girtî û veşartî be, çavkaniyekê ji wê encûmenê ji Kurdistan24ê re got ku, ew civîn dê bi awayekî vekirî û bi dengdana eşkere bê lidarxistin.

Ev jî di demekê de ye ku, Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd li roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Parêzgarê Bexdayê yê niha Ebdulmutelib Elawî dê xanenişîn bibe, ji ber vê yekê divê di zûtirîn dem de parêzgarekî nû bê destnîşankirin.

Ev cara duyê ye ku Parêzgarê Bexdayê yê niha daxwaza xanenişînbûnê dike, pêştir li roja 03ê Tîrmeha 2025ê daxwaz kiribû û bi awayekî demkî Heyder Muhan li cihê wî hat destnîşankirin, lê niha ew biryar dê bê bicîhanîn û parêzgarekî nû dê ji bo Bexdayê bê destnîşankirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment