Mesrûr Barzanî: Em amade ne qanûna nû ya petrolê ligel Bexdayê nîqaş bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li ser bikaranîna mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê diyar kir, ku di nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de wekî kartek siyasî tê bikaranîn. Herwesa got, “Li gorî qanûn û destûra Iraqê, mafê mûçexueran e ku bêyî derengketin mûçeyên xwe werbigirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 26ê Tîrmeha 2025ê) di hevpeyvînekê de bi kanala El-Şerq Newsê re, ku kurtiyek jê hatiye weşandin, tekez kir ku mûçexurên Herêma Kurdistanê li gorî qanûn û destûrê maf heye ku bêyî çi derengketin û pirsgirêkekê mûçeyên xwe di wextê xwe de werbigirin.

Mesrûr Barzanî herwesa nîgeraniya xwe diyar kir ku, mijara mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê bûye karteke siyasî. Herwesa got, "Ev nayê qebûlkirin ji ber ku heta Dadgeha Federal jî li ser mûçeyan biryar daye û tekez kiriye ku nabe mûçe bibe parek ji hevrikiyên navbera Bexda û Hewlêrê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Tevî ku qanûn, destûr û Dadgeha Federal jî piştgiriyê didin şandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, lê mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê sê mehan dereng ketin û berî çend rojan tenê mûçeyên meha Gulanê ji aliyê Bexdayê ve hatine xerckirin.”

Mesrûr Barzani maje jî da ku, Wezareta Darayî ya Federal hatiye nav hûrguliyên mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, ku ev yek jî binpêkirina destûra Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Çareseriya destûrî ya vê pirsgirêkê ew e ku, di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser para Herêma Kurdistanê ji budçeya federal a bê lihevkirinek çê bibe.” Herwesa got, "Em amade ne ku qanûna nû ya petrolê bi Bexdayê re nîqaş bikin." Bal kêşa ser wê yekê jî ku, Hewler bizavê dike ku bi Bexdayê re hevkar û hevaheng be da ku petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike.”

Mesrûr Barzanî herwesa li ser êrîşên bi droneyan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên ewlehiyê dizanin kî li pişt wan êrîşan e, lê ew baş dibînin ku li benda encamên lêkolînên aliyên peywendîdar bin.” Herwesa got ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştrastî ve di vî warî de bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û Hikûmeta Iraqê re di hevahengiyê de ye.

Mesrûr Barzanî di aloziyên li deverê de jî tekez kir ku, her aloziyeke ewlehiyê li deverê dê bandoreke neyînî li ser her kesî bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa di derheqa têkiliyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî û Îranê de got, “Peywendiyên me bi Riyazê re pir baş û dîrokî ne. Herwesa Hewler rêzê li têkiliyên xwe yên bi Tehranê û welatên cîran re digire û naxwaze bibe gef ji bo tu welatên cîranên xwe û parek ji arêşeyên di navbera Îran û Îsraîlê de nebû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa Sûriyeyê de jî got, “Divê Şam deriyên xwe ji bo Kurdan veke û daxwazên Kurdên Sûriyeyê bi cîh bîne.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment