Droneke bombebarankirî li parêzgeha Hewlêrê ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, êrîşên bi dronên bombebarkirî yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin û ber destê sibêha îro dronek li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketiye xwarê.
Li gor daxuyaniya Dijeterorê, îro 28ê Tîrmeha 2025an, saet 05:50, droneke bombebarkirî li nahiya Rizgarî ya ser bi qezaya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê ketiye xwarê. Hat tekezkirin ku di encama bûyerê de ti ziyaneke canî çênebûye.
Ev bûyer di demekê de tê ku di hefteyên dawî de zincîreyek êrîşên bi heman awayî Herêma Kurdistanê, bi taybetî kêlgehên petrol û gazê, kirine armanc.
Zincîreya Êrîşan
Bûyerên herî dawî yên ku ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve hatine ragihandin ev in:
16ê Tîrmehê: Di navbera saet 06:00 û 07:14 de, bi çar dronên bombebarkirî êrîş li ser sê kêlgehên petrolê hatin kirin. Du êrîşan kêlgehên DNO yên li Pêşxabûr û Tawkê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kirin armanc. Êrîşa sêyem jî kêlgeha petrolê ya Kompanyaya Amerîkî "Hunt Oil" a li Baedrê ya ser bi Şêxanê kiribû armanc. Di van êrîşan de ziyanên madî çêbûn lê ziyanên canî nebûn.
15ê Tîrmehê: Bi rêya droneke bombebarkirî êrîş li ser kêlgeha petrolê ya li Sarsinkê, ser bi nahiya Çemankê ya parêzgeha Duhokê, hatibû kirin.
14ê Tîrmehê: Du bûyerên cuda hatin tomarkirin. Êvara heman rojê, du dronên bombebarkirî li kêlgeha petrolê ya Xurmelle li parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê. Herwiha, ber destê sibêha heman rojê, droneke bombebarkirî li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû têkşikandin. Di van her du bûyeran de jî ti ziyan çênebûn.