Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî elektirîka 25 dibistanên din ên Kurdistanê dike bi enerjiya rojê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dê sîstema enerjiya rojê ji bo 25 dibistanên din were dabînkirin û bi vê yekê, hejmara giştî ya dibistanên ku li Herêmê enerjiya rojê bi kar tînin, dê bigihîje 120 dibistanan.
Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd îro 28ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevanî de li parêzgeha Dihokê, derbarê projeyê de agahî dan û diyar kir, ev pêngav ji bo dabînkirina jîngeheke fêrbûnê ya baştir û parastina jîngehê tê avêtin.
Alan Heme Seîd got: "Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sala borî enerjiya rojê ji bo 10 dibistanan dabîn kiribû. Bi van 25 dibistanên nû re, hejmara giştî ya dibistanên ku ji aliyê dezgehê ve hatine piştgirîkirin, digihîje 35an."
Da zanîn jî, heta niha ji ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya rêxistinên navdewletî, ji bo 95 dibistanên din jî sîstema enerjiya rojê hatiye danîn.
Wezîrê Perwerdeyê tekez kir, bi van 25 dibistanên nû re, ku dê li parêzgehên Dihok, Helebce û Hewlêrê bên cîbicîkirin, hejmara giştî ya dibistanên ku li Herêma Kurdistanê sîstema enerjiya rojê bi kar tînin, digihîje 120 dibistanan.
Alan Heme Seîd behsa pêşketina sektora perwerdeyê li parêzgeha Dihokê kir û got: "Perwerde bandoreke erênî li sektorên din jî kiriye, weke paqijiya jîngehê ku Dihok kiriye yek ji paqijtirîn bajaran."
Wezîrê Perwerdeyê hêviya xwe anî ziman ku karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dê jîngeheke baştir û guncaytir di navendên xwendinê de ji bo xwendekaran peyda bike.