Ensarioglu: Piştevaniya Serok Barzanî ji bo pêvajoyê girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarioglu, piştgiriya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo proseya aştiyê weke gaveke girîng binav kir û ragihand, bi çareserkirina pirsgirêkê re, dê destkeftên Herêma Kurdistanê jî mezin bin. Ensarioglu da zanîn ku mijara çekdanîna PKKê tenê beşek ji projeyeke mezintir e.

Parlamenterê AK Partî yê Diyarbekirê Galîp Ensarioglu got: “Piştî destpêkirina proseyê, daxuyaniyên birêz Mesûd Barzanî û yên birêz Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hene. Gotin piştevaniya proseyê dikin û bo serkeftina proseyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû karên pêwîst bike. Em dibînin piştevaniya baş jî didin.”

"Çekdanîna PKKê ji bo Herêma Kurdistanê jî baş e"

Ensarioglu herwiha amaje bi wê yekê kir, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ziyanê digihîne herêmê bi xwe û çekdanîn dê di berjewendiya gelê herêmê de be.

Di vê derbarê de wiha axivî: "PKK demeke dirêj e li Qendîlê ye, li Herêma Kurdistanê ye. Çekberdana PKKê ji bo Herêma Kurdistanê jî baş e. Hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê bûye sedemê valakirina 800 gundan û astengkirina karên ajeldarî û çandiniyê. Ji ber vê mijar ne tenê çekberdan e, proje ji vê mezintir e.”

 
Fly Erbil Advertisment