Joe Wilson: Ez dixebitim ku milîşyayên Iraqê bi fermî wekî rêxistinên terorîstî bên naskirin

Joe Wilson
Joe Wilson

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongresmanekî Amerîkayî dibêje, “Milîşyayên Iraqê bi pereyên Amerîkayî êrîşî hevalên me yên li Herêma Kurdistanê dikin, ev yek jî nayê qebûlkirin.”

Kongresmanê Amerîkayî Joe Wilson li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Min bi Serokê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Kurdistanê nîqaş kir.”

Joe Wilson herwesa gotiye, “Mixabin, bi dronan êrîşî hevalên me yên hêja yên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”

Navbirî her di wê peyamê de nivîsiye, "Mixabin, bi pereyên wan xûkên ku ji Bexdayê re tên dan, milîşya tên peredarkirin û êrîşî ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Amerîkayê dikin, herwesa bi alîkariya Îranê ji bo têkdana tenahiya Sûriye, Iraq, Libnan û Yemenê jî kar dikin, lewma nabe êdî ev bê qebûlkirin.”

Kongresmanê Amerîkayî amaje jî daye, "Ez dixebitim ku komên milîşyayên Iraqê bi awayekî fermî wekî rêxistinên terorîstî bên naskirin, Amerîka jî êdî alîkariya darayî ji bo Iraqê neke û ew jî alîkariya milîşyayan nekin."

Dijeterora Kurdistanê duhî (Duşem, 28ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, droneke bombekirî li nahyeya Rzgariyê ya qezaya Xebatê li parêzgeha Hewlêrê ket.

Her di wê daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku, ti zirarên canî ji wê dronê çê nebûne.

 
Fly Erbil Advertisment