Encûmena Wezîran li ser pirsa mûçe, petrol û mafên Pêşmergeyan dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 30î Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, dicive û sê mijarên gotûbêj dike.
Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojeva civînê ji van xalan pêk tê:
Xala Yekem: Dê pêngavên dawî yên ji bo dayîna mûçeyên mehên Hezîran û Tîrmeha 2025'an bên şopandin û gotûbêjkirin.
Xala Duyem: Mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê dê li gorî biryara hevbeş a dawî ya di navbera Hikûmeta Herêmê û Encumena Wezîran a Hikûmeta Federal de were nirxandin.
Xala Sêyem: Dê çend pêşniyarên Wezareta Pêşmerge yên têkildarî xizmet, xanenişînî, mûçe û mafên darayî yên Hêzên Pêşmerge bên gengeşekirin.