Dijeterora Kurdistanê: Droneke bombekirî li Mexmûrê kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Dijeterora Kurdistanê ragihand, droneke bombebarkirî li nêzî gundê Dûgirdikan ê ser bi navçeya Mexmûrê ketiye xwarê, lê neteqiyaye.
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir: "Îro saet 09:30'ê sibehê, droneke bombebarkirî li nêzî gundê Dûgirdikan ê navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve kete xwarê û neteqî."
Ev bûyer tenê du roj piştî ketina droneke din a bombebarkirî li Herêma Kurdistanê pêk tê, ku li nahiya Rizgarî ya ser bi navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê ketibû xwarê. Wê demê jî Dijeterora Kurdistanê ragihandibû ku ji ber bûyerê ti ziyaneke canî çênebûye.
Ji destpêka meha Tîrmehê ve heta niha, bi giştî zêdetir ji 20 êrîşên bi dron û mûşekan li dijî bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin. Ji van êrîşan, 9 êrîş li ser zeviyên petrolê bûne, wek zeviyên Xurmele, Kormor, Sersink, Etruş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê û Hunt Oil. Êrîşên din jî li ser hêzên ewlehiyê û firokexaneyan hatine kirin.
Di heman çarçoveyê de, şandeke payebilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Qasim Arecî roja 28'ê Tîrmehê serdana Hewlêrê kiribû û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hatibû pêşwazîkirin.
Di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, Qasim Arecî êrîş şermezar kirin û got: "Êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê ziyanê digihînin navûdeng û aboriya Iraqê. Em van êrîşan şermezar dikin û êrîşkar dê bigihîjin cezayê xwe."