Sûriye bi Rûsya û Îsraîlê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e Wezîrê Derve yê Sûriyeyê sibe bi awayekî cuda cuda li Moskoyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê û li Bakuyê jî bi Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê re bicive.
Ajansa France Pressê ya Nûçeyan ji zarê dîplomatekî veguhestiye ku, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer dê sibe (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) li Bakuyê bicivin.
Ajansa France Pressê amaje jî daye ku, ew civîn dê li ser rewşa ewlehiyê û xasma li başûrê Sûriyeyê û agirbesta di navbera wan de be.
Herwesa Ajansa TASSê ya Nûçeyan a Rûsyayî jî ji zarê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got ku, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî dê sibe (Pêncşem) li Moskoyê bicivin.
Li gorî Ajansa TASSê ya Nûçeyan, wezîrên derve yên Rûsya û Sûriyeyê dê li ser pêşveçûnên deverê, têkiliyên dualî û mijarên navxweyî û cîhanî nîqaş bikin.
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê li roja Şemiyê (26ê Tîrmeha 2025ê) ji çavkaniyeke dîplomatîk a welatê xwe veguhest ku, şandeke Sûriyeyê di serdana xwe ya dawiyê ya Parîsê de bi şandeke Îsraîlê re civiya.
Televîzyona Sûriyeyê eşkere jî kir ku, ew şand ji Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Hewalgiriya Sûriyeyê Hisên Selame pêk hatibû.
Televîzyona navbirî amaje jî dabû ku, di wê civînê de pêşketinên ewlehiyê yên dawiyê li parêzgeha Suweydayê, bizavên aramkirin û çareserkirina nakokiyan li başûrê Sûriyeyê, peymana di navbera wan de û vekişîna hêzên Îsraîlê ji Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Wê çavkaniyê eşkere jî kir ku, di civîna Parîsê de ti lihevkirineke dawiyê nehatiye kirin, tenê ji bo hevfêmkirin û şêwirmendiyê li ser kêmkirina aloziyan li deverê û çêkirina têkiliyan di navbera her du aliyan de pêşengiyeke destpêkî bû.