Serok Barzanî di salvegera Enfalê de: Heya ku zîhniyeta şovînî hebe, Iraq aram nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, di 42emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan de peyamek belav kir û hişyarî da ku "zîhniyeta şovînî û înkarê" ya li pişt tawanê, hîn jî di siyaseta Iraqê de heye û got, heya ku ev zîhniyet hebe, Iraq tu carî aram nabe.

Serok Mesûd Barzanî, îro 31ê Tîrmehê bi boneya 42emîn salvegera jenosîda Barzaniyan peyamek belav kir û tê de bal kişand ser berdewamiya zîhniyeta ku bû sedema karesatan.

Serok Barzanî di peyama xwe de hişyariyeke tund da û got ku zîhniyeta li pişt tawanên li dijî gelê Kurd hîn jî berdewam e.

Serok Barzanî got, "Ew zîhniyeta li pişt vê tawanê û tawanên din, zîhniyeta şovînî û înkarê bû ku ji bo tevahiya Iraqê bû çavkaniya karesat û paşvemayînê. Mixabin hîn jî hin kes hene ku ji dîrokê ders wernagirin û bi heman zîhniyetê siyasetê dikin. Divê hemû alî bizanibin, heya ku ev zîhniyet bimîne, Iraq tu carî aram nabe."

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de anî ziman ku çil û du sal berê, rejîma Iraqê bi awayekî hovane heşt hezar mêrên Barzanî ji 9 salî heta 90 salî li beyabanên başûrê Iraqê komkujî kirin.

Herwiha destnîşan kir, ev tawan beşek ji zincîreya tawanan e ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, weke "bêserûşûnkirina 12 hezar ciwanên Feylî, Enfalên Germiyan û Badînanê, û kîmyabarankirina Helebceyê."

Di beşeke din a peyamê de, Serok Barzanî spasiya xelkê deşta Hewlêr, Herîr û Soranê kir ku di wan rojên dijwar de alîkarî û piştgirî dane malbatên Barzanî. Wî herwiha rêz û pêzanînên xwe ji bo xweragiriya kesûkarên Enfalê, bi taybetî dayik û jinên Barzanî, anî ziman.

Di dawiyê de Serok Barzanî got, "Di vê bîranînê de em hezaran silavan ji bo giyanê pak ê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên Enfalê û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin."

 

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment