PWK di salvegera Enfalê de: Bersiva herî mezin, yekîtiya neteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 42emîn salvegera jenosîda Barzaniyan daxuyaniyek belav kir û tê de bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo parastina destkeftiyan, tifaqeke neteweyî pêk bînin û hikûmeteke hevbeş ava bikin.
Buroya Ragehandinê ya PWKê bi helkefta 31ê Tîrmehê, salvegera 42emîn a Enfalkirina Barzaniyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de 8000 şehîdên Barzanî bibîr anîn.
Di daxuyaniyê de, hovîtiya tawanê hat bibîrxistin û hat gotin, di 31ê Tîrmeha 1983an de, rejîma Sedam 8 hezar mêrên Barzanî, ku temenê wan ji 7 heta 85 salî bû, ji herêma Barzanê revandin û li kampên Qûdus û Qadisiyê yên li Qûştepeyê heps kirin.
PWKê destnîşan kir, ew kes piştî êşkenceyeke mezin hatin windakirin û tevî derbasbûna 42 salan jî, çarenivîsa piraniya wan hîna jî ne diyar e.
"Divê hemû Kurd li destkeftiyan xwedî derkevin"
Di daxuyaniyê de, hemû kesên berpirsiyarên Enfalê hatin rûreşkirin û banga yekîtiyê hat kirin.
PWKê tekez kir, bersiva herî mezin û bi bandor a li dijî jenosîdê, avakirina hikûmeteke hevbeş û pêkanîna tifaqeke neteweyî û niştimanî ye li Başûrê Kurdistanê.
Herwiha di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû Kurdên cîhanê hat kirin û hat gotin: "Divê hemû Kurdên cîhanê li destkeftiyên federal ên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin û pêşde bibin."