Mohleta ji bo diyarkirina navên endamên “Komîsyona Aştiyê” îro bidawî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 31ê Tîrmeha 2025an, saet 17:00, mohleta ku ji bo partiyên siyasî yên Tirkiyeyê hatiye dayîn bi dawî dibe, da ku navên endamên xwe pêşkêşî komîsyona ku ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li parlamentoyê tê avakirin, bikin.

Heya niha tenê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) navên endamên xwe pêşkêş kirine. Lê tê payîn ku îro Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û partiyên din ên siyasî jî navên namzetên xwe diyar bikin.

CHP jî beşdar dibe

Yek ji partiyên ku beşdarbûna wê ne diyar bû, Partiya Gel a Komarî (CHP) bû. Lê belê, duh Çarşemê, 30ê Tîrmehê, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ragihand, ew ê îro Pêncşemê navê endamê xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin û beşdarî komîsyonê bibin.

Serokê CHPê herwiha got: "Tişta ku divê were zanîn ev e ku ev komîsyon ne komîsyoneke ku destûrê biguherîne ye. Em ligel wan kesên ku biryarên Dadgeha Destûrî bi cih naynin, destûreke nû dananînin."

Ozel bi gotineke balêkêş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila kes ji komîsyoneke ku CHP tê de amade be netirse, belkî divê tirsa wan ji komîsyoneke ku CHP tê de nebe hebe."

Hefteya borî, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi nivîseke fermî aliyên siyasî agahdar kiribû ku heya saet 17:00ê îro mohleta wan heye ku navên endamên xwe ji bo komîsyona ku dê ji 51 endaman pêk were, pêşkêş bikin.

Dabeşkirina Endamên Komîsyonê:

AK Partî: 21 endam

CHP: 10 endam

DEM Partî: 4 endam

MHP: 4 endam

ÎYÎ Partî: 3 endam

Partiya Yenî Yol : 3 endam

Huda-Par, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP), Partiya Demokrat (DP) û çend partiyên din: Her yek endamek

 
 
 
Fly Erbil Advertisment