Lavrov: Divê mafên Kurdan di nav Sûriyeyeke yekgirtî de bên parastin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Sûrî re ragihand, divê Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bigihîjin hemû mafên xwe û da zanîn ku Mosko amade ye di navbera Kurd û Şamê de navbeynkariyê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro 31ê Tîrmeha 2025an li Moskoyê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî kir. Piştî civînê, herdu wezîran konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.

Sergey Lavrov di axaftina xwe de bi awayekî eşkere behsa pirsa Kurd li Sûriyeyê kir û got: "Me behsa peywendiyên Şamê yên bi Kurdan re kir. Em giringiyê didin vê yekê ku divê Kurd di nava dewleta Sûriyeyê ya yekgirtî de bimînin û bigihîjin hemû mafên xwe."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha tekez kir, welatê wî amade ye ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rola xwe bilîze û got, "Em amade ne ku navbeynkariyê di navbera Kurd û Şamê de bikin û Rûsya dikare di vî warî de bibe alîkar."

Lavrov amaje bi wê yekê jî kir ku wan di civînê de behsa tundûtûjiya li parêzgehên wekî Siweydayê û herêmên beravê jî kirine û bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên berfireh, da ku kêmîne jî karibin di saziyên yasayî de beşdar bibin.

Şeybanî: Em hêvî dikin Rûsya li kêleka me be

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî ragihand, welatê wî di qonaxeke tijî zehmetî re derbas dibe û hêvî dike ku Rûsya di vê pêvajoya dijwar de li kêleka wan be.

Şeybanî got, "Em dixwazin têkiliyeke saxlem û rast di navbera herdu welatan de ava bikin." Wî herwiha da zanîn ku hin hikûmet hewl didin têkiliyên di navbera Sûriye û Rûsyayê de xirab bikin û tekez kir ku ew nûnertiya "Sûriyeya Nû" dike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment