Şêniyên Mûsilê dixwazin projeya Ronakiyê bigehe bajarê wan jî

Navenda Nûçeyan (K24) - Mûsil yek ji mezintirîn parêzgehên Iraqê ye, ku zêdetirî du milyon welatiyan lê dijîn, lê rewşa xizmetan û xasma jî ya elektrîkê li wî bajarî wêran e. Welatî ji kêmiya elektrîkê nerazî ne û dibêjin, “Ji bilî kêmbûna elektrîkê, van hemî jeneratoran jîngeha bajar qirêj kiriye, ji ber vê yekê em dixwazin projeya Ronakiyê bînin bajarê me jî û wekî Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî ji me re jî bê dabînkirin.”
Seyîd Welîd ku şêniyekî bajarê Mûsilê ji Kurdistan24ê re got, "Ev 35 sal in ku em bê elektrîk in. Mixabin, çi guhertinek çê nebûye û rewş roj bi roj xirabtir dibe.”
Li navenda bajarê Mûsilê, germahî gihîştiye 50 pileyên Celsius, nebûna elektrîkê wekî pêdivî rewşa welatiyan xirabtir kiriye.
Reyan Nenî jî ku şêniyekî din ê wî bajêrî ye ji Kurdistan24ê re got, “Em welatiyên Mûsilê ji ber elektrîka xirab a bajêr dinalin. Bihayê elektrîka jeneratora mehane ji bo her empêrekî 10 an 20 an jî 30 hezar dînar in.”
Jîngehparêz Enes Tayî jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re got, "Bi mîlyaran dolar ji bo elektrîkê hatine xerckirin, lê mixabin pirsgirêka elektrîka xirab hîn jî nehatiye çareserkirin. Ji salên 1990an ve li Iraqê pirsgirêka xirabiya elektrîkê heye, herwesa hejmara mezin a jeneratoran jî bandoreke neyînî li ser jîngeha bajar kiriye û divê Hikûmeta Iraqê ji bo elektrîkê feydeyî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibîne.”
Li bajarê Mûsilê 3 hezar 200 jeneratorên qeydkirî hene. Li gorî komîteya jeneratoran, her roj ji 12 seetan zêdetir elektrîka jeneratoran heye û di rewşa herî baş de her roj tenê 10 seetan elektrîka niştîmanî heye."