Mehmûd Meşhedanî: Enfala Barzaniyan yek ji tawanên çepel ên dîroka Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek weşand û tê de ragihand, “Ev tawan yek ji tawanên çepel ên dîroka Iraqê ye û pêkhateyên resen ên welat kirine armanc.”
Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mehmûd Meşhedanî îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) di salvegera Enfalkirina Barzaniyan de peyamek pêşkêşî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê di wê peyama xwe de ragihand, “Komkujî û jenosîda Barzaniyan û armanckirina wan zilm û destdirêjîkirina li dijî pêkhateyeke resen û kevnar a vî welatî ye.”
Mehmûd Meşhedanî her di wê peyama xwe de got, “Em di van rojan de bi dilekî biêş vê komkujiya hovane ya li dijî Barzaniyên bêguneh bibîr tînin, ku diyar e kampanyayên Enfala Barzaniyan rewatîdaneke neexlaqî ye ji bo rijandina xwîna mirovan û ti hinceteke wê tune ye û tawaneke wesa ye ku dîroka Iraqa nû dê efû neke.”
Navbirî tekez jî kir, "Tiştê ku li dijî Barzaniyan hat kirin bêwijdaniyeke pir mezin bû li dijî komeke niştîmanî da ku wan tune bike, bi zorê ji holê rake û nasnameya wan jê bibe, ku ev yek birînek e û dê di bîrdanka Iraqiyan de bimîne û şahida serdemeke reş a çewsandin û zilm û serkutkirinê ye, ku nabe careke din bê dubarekirin.”