Erdogan biryara lêborînê ji bo 12 girtiyan derxist

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê biryara lêborînê ji bo hejmareke girtiyan derxist, ji ber hebûna nexweşiyan û temenê wan ê mezin. Çend ji wan kesan jî endamên rêkxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (În, 1ê Tebaxa 2025ê) biryara lêborînê ji bo 12 girtiyan derxist, ji ber hebûna nexweşiyan û temenê wan ê mezin.

Herwesa di nav kesên ku cezayê zindanîkirina heta hetayê lê hatiye birîn de jî, cezayên wan cuda cuda ne, hin ji wan ji ber endametiya PKKê ne.

Li gorî qanûnê, Serokkomar xwediyê desthilatê ye û dikare desthilata xwe ya lêborînê li gorî madeya 104ê ya destûrê bi kar bîne.

Sekreterê Abdullah Ocalan Veysi Aktaş jî piştî zêdetirî 31 salan hefteya borî ji Îmraliyê hat berdan.

 
Fly Erbil Advertisment