Bakirhan: Pêvajoya Aştiyê ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji ber zimanê ku medya li dijî "Pêvajoya Aştî" bikar tîne, nerazîbûn nîşan da û got, "Hîn zimanê wan neguheriye." Bakirhan bi taybetî rexne li medyaya dijber girt û got, ew wek medyaya desthilatdariyê di bin ga de li golik digerin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro 2ê Tebaxê di çarçoveya "Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Enqerê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya. Civîn li Navenda Perwerde û Çandê ya Odeya Endazyarên Makîneyan (MMO) a girêdayî Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endazyarên Tirkiyeyê (TMMOB) pêk hat.
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû û rexneyên tund li zimanê ku desthilatdarî û medya li dijî vê pêvajoyê bi kar tînin, girt.
"Di bin ga de li golik digerin"
Bakirhan diyar kir, di çarçoveya hevdîtinên xwe de nêzîkî 2 hezar civîn bi gel re pêk anîne û ji van civînan dersên mezin wergirtine. Herwiha destnîşan kir, ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê daxwazeke ji bo aştî, dadperwerî û demokrasiyê ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye.
Bakirhan helwesta medyayê bi tundî rexne kir û got: "Hûn mafdar in, li derve têgihiştineke cuda heye. Di raya giştî de nîqaşên din tên meşandin. Beşek ji medyayê manşetan davêje û dibêje 'welat parçe dibe', bi gotineke din, di bin ga de li golik digerin. Ji nirxandinên sê rûpelî, du peyvan bi mûçinkê derdixin û hewl didin li ser wê têgihiştinê çêbikin."
Hevserokê DEM Partiyê bi taybetî rexne li medyaya dijber girt û helwesta wê wek şaşiyeke mezin bi nav kir û got: "Ev yek me gelek şaş kir. Diviyabû cihê ku medyaya dijber lê sekiniye ne ev ba."
Bakirhan tekez kir jî, ew ê bi gel û kedkaran re van astengiyan derbas bikin û ji bo pêşerojê nîqaşên xwe bidomînin.