Wezîrê Derve yê Fransayê: Divê Hamas çekan deyne û ji Xezzeyê derkeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê daxwaza bêçekkirina Hemasê dike, di heman demê de Serokerkanê Artêşa Îsraîlê hişyarî dide ku heta dîl neyên berdan, şerê li Xezzeyê dê bê navber bidome.
Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Noel Barrot, li ser helwesta welatê xwe ya derbarê rewşa Xezzeyê de daxuyaniyek da. Barrot li ser tora civakî ya “X”ê nivîsî: "Pêwîst e Hemas çekan deyne û ji Kerta Xezzeyê were dûrxistin."
Wezîrê Fransî herwiha tekezî li ser du xalên din ên girîng kir: "Divê alîkarî bi rêjeyeke zêde bigihêje nav Xezzeyê û kesên ku ji aliyê Hemasê ve hatine destserkirin (dîl), divê bêyî ti şert û mercan bên azadkirin."
Ji aliyê din ve, Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir roja Şemiyê hişyariyeke tund da. Zamir ragihand, eger di rojên pêş de ji bo azadkirina rehîneyan peymanek çênebe, dê şer bi dijwarî bidome.
Di daxuyaniyeke leşkerî de Zamir got: "Di çend rojên pêş de em ê bizanibin ka em digihîjin rêkeftinekê ji bo azadkirina rehîneyan yan na. Eger na, dê şer bêyî rawestan bidome."
Zamir herwiha amaje bi tawanbariyên li dijî Îsraîlê yên derbarê afirandina krîza birçîbûnê li Xezzeyê kir û ev îdia bi tundî red kirin. Wî got ku "li Xezeyê birçîbûneke plankirî ya mirovî" tune ye û wiha pê de çû: "Kampanyaya niha ya tawanbarkirina bi derewan hewleke bi qestî, plankirî û derewîn e da ku Artêşa Îsraîlê bi pêkanîna tawanên şer tawanbar bike."