Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda Şingalê ji milîsan rizgar bike û Êzidiyan qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 11emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de peyamek belav kir û ragihand, erkê hikûmeta Iraqê ye ku xwedî li welatiyên Êzidî derkeve, wan qerebû bike û êdî rê nede ku Şingal bibe "gorepana ger û fetlên milîs û komên çekdar".

Di peyameke nivîskî de ku îro 3ê Tebaxê hat belavkirin, Nêçîrvan Barzanî xemgînî û nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman ku piştî 11 salan, hîn jî nêzîkî nîvê Êzidiyan di nav rewşeke dijwar a aborî, civakî û derûnî de di kampan de dijîn.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Îro bîranîna bi êş ya yanzdeh saliya Jenosayda Êzdiyan dikîn û bi rêz û wefadariyê cangoriyên wê tawankariya Da'îşê, bi bîr tînîn. Pêdagirê pêşkêşkirina hemû piştgîriyekîn ji bo welatiyên me yên Êzdî û ji bilî hemû êşên rabihûrî, bi hêviyê ve li paşerojê dinêrîn û ji bo kevandina birînên wan, bi hevre kar dikîn.

Cihê daxê û dilgiraniyeke zêdeye ku yanzdeh sale hê jî nêzîkî nîvê Êzdiyan, li rewşeke dijwar ya aborî û civakî û derûnî de li wargehan de dijîn. Erkê Hikûmeta Iraqê ye baştir xweditiyê li welatiyên Êzdiyan bike û wan qerebû bike, êdî rê nede Şingal û navçeyên Êzdiyan, qada navenda mîlîşiya û grûpên çekdar û yek alî kirina ajandayên herêmiyan bin.

Divê bawerî, piştrastî, aramî, asayîş, avadanî û xizmetê bi Şingal û navçeyên din vegerênîn, dadperwerî‌ ji bo civaka Êzdî pêkbîne û tawanbar bêne siza dan. Ji bo wê yekê tekez li ser bi cîhkirina peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo normal kirina rewşa Şingalê û bi parêzgeh kirina wê dikîn. Her wiha daxwazê ji civaka navdewletî dikîn li hemû rûyek ve zêdetir bi teşwiq û hana Êzdiyan ve bê.

Spasiya wan hemû welatan dikîn ku Komkujiya Êzdiyan ji Jenosayd nasandine û li kar û hewlên me berdewam dibîn heta li ser asta navdewletî de zêdetir bi Jenosayd bê nasîn. Spas û rûmet ji bo yarmetiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li têkşikandina Da'îşê de. Xûşk û birayên xwe yên Êzdiyan piştrast dikîn ku herdem parêzerê wan dibîn û heta revandiyeke Êzdî mabê, karê nivîsîngeha me ya rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan berdewam de dibe.

Silav li bîranîn û ruhê cangoriyên Êzdiyan û li îradeya bihêz û berxwedana Êzdiyan. Silav li yad û giyanê wan hemû Pêşmergeyên qehreman ku bi Fermandeyê Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji bo rizgarkirina Şingalê û hemû pêkhatên Kurdistan û Iraqê canên xwe gorî kirin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

03.08.2025

 
Fly Erbil Advertisment