Mesrûr Barzanî: Jenosîda xwişk û birayên me yên Êzidî, di dîroka gelê Kurd de birîneke kûr e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 11emîn salvegera jenosîda Şingalê de peyamek belav kir û komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke "birîneke kûr di dîroka gelê Kurd de" binav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Tebaxê peyamek li ser tora civakî "X" belav kir û tê de wiha nivîsî: "Di salvegera dagirkirina Şingalê û jenosîda xwişk û birayên me yên Êzidî de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, em bi rêzdarî şehîdên wê komkujiyê bi bîr tînin, ku di dîroka gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê de birîneke kûr e."
Îro 11 sal di ser komkujiya Êzidiyan re derbas dibin. Di 3ê Tebaxa 2014an de, rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî Şingalê kir û Kurdên Êzidî komkuj kirin.
Di wê fermanê de, 6 hezar û 417 kes hatin revandin. Heta niha 3 hezar û 591 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 500 kesên din hîn ne diyar e. Hewlên ji bo rizgarkirina kesên mayî hîn jî berdewam in.