Yekîtiya Ewropayê daxwaza bicîhanîna peymana Şingalê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê daxwaza bicîhanîna peymana Şingalê û vegera penaberan ji bo malên wan dike.
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Balyoz Thomas Sailer îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) di salvegera 11ê ya jenosîdkirina Êzidiyan de peyamek li ser malpera civakî ya Xê weşand.
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê daxwaza lêkolîneke dadperwerane li dijî wê tawanê dike û daxwaza bicîhanîna peymana Şingalê dike ji ber ku, wekî ew bi xwe dibêje, "ew peyman vegera awareyan garantî dike û jiyana wan baştir dike."
Sailer bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dike ku, hevahengî û hêsankariyên pêdivî ji bo vegera awareyên Êzidî ji bo deverên wan bikin.
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê amajeyê jî dide ku, di êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de, berî 11 salan, bi hezaran kes hatin kuştin û zêdetirî 7 hezar jin û zarokan jî hatin revandin û rûbirûyî binpêkirinên mezin bûn û hîn jî hejmareke awareyan venegeriyaye deverên xwe.
Rêxistina terorîstî ya DAIŞê li roja 03ê Tebaxa 2014ê êrîş kir ser Şingalê, Kurdên Êzidî komkuj kirin û 6 hezar û 417 kes jî revandin. Heta niha 3 hezar û 591 Kurdên Êzidî ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa 2 hezar û 500 ji wan hîn jî ne diyar e.