Li Suweydayê dîsa bû şer

Navenda Nûçeyan (K24) - Careke din şer û pevçûn li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê hatin destpêkirin û Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, “Komên çekdar ên Suweydayê agirbest binpê kiriye û êrîşî hêzên me kiriye.”
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro (Yekşemê, 03ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da ku, komên çekdar ên Suweydayê ji bo veşartina binpêkirinên xwe agirbest binpê kiriye û êrîşên xwe yên li ser hêzên ewlehiya navxweyî dest pê kirine.
Wezareta navbirî herwesa got, "Komên çekdar ên Suweydayê wê parêzgehê dikêşin nav şerê navxweyî, û di encama êrîşên wan ên li ser hêzên me de çend kes hatine kuştin û birîndarkirin."
Şerê di navbera Dirûz û Bedewiyan de li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê li roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) çê bû. Li gorî amara Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan gihîştiye nêzîkî hezar kesan.
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman got ku, 609 kesên Dirûz di şer û aloziyên wê parêzgehê hatine kuştin, ku 194 ji wan welatiyên sivîl bûn ji aliyê hêzên girêdayî Wezareta Navxwe û Wezareta Bergiriyê ve hatine kuştin û şeş ji wan zarok û 16ên din jî jin bûn.
Ramî Ebdirehman herwesa amaje jî da, “Li beranber jî, 440 endamên Wezareta Bergiriyê û Ajansa Ewlekariya Giştî hatine kuştin, ku 32 ji wan Bedewî bûn û welatiyekî din jî xwediyê nasnameya Libnanî bû. Ji bilî 35 endamên eşîran, ku sê ji wan sivîl bûn û ji aliyê Dirûzan ve hatine sêdaredan, 15 hêzên din ji hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê jî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.”