Faris Îsa: Vegera Êzidiyan bo warê wan pêdivî îrade û bizaveke niştîmanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê amajeyê da, “Vegera Êzdiyan ji bo warê wan pêdivî îrade û bizavên niştîmanî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ye.” Herwesa got, “Peymana Şingalê ji bo ewlehî û aramiya Şingalê û ji nû ve avakirina wê nexşerêyeke jîwarî ye.”
Serokê Nûnerîtiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) li Bexdayê di salvegera 11ê ya komkujiya Êzdiyan de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ragihand, “Hêzên Pêşmergeyan di kêliyên yekê yên êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Şingalê de bergiriyeke bêhempa kir û zirareke mezin da wan, da ku canê Êzdiyan rizgar bikin ku li çiya û geliyan, bi taybetî li Çiyayê Şingalê, hatibûn veqetandin.”
Serokê Nûnerîtiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê herwesa got, “Serok Barzanî rola sereke û meydanî di şkandina DAIŞê de lîst û wî bi xwe çavdêriya operasyonan kir û rêberiya hêzên Pêşmergeyan kir.”
Faris Îsa amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtin û vegerandina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayan gelek bizav kirine, bi awayekî ku ji 6 hezar û 417 mêr, jin û zarokên revandî, niha tenê 2 hezar 827 kes mane ku çarenivîsa wan hîn ne diyar e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavên xwe yên ji bo dîtina wan didomîne.”
Navbirî tekez jî kir, “Vegera Êzidiyan ji bo warê wan pêdivî îrade û bizavên niştîmanî yên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.” amaje jî da, “Peymana Şingalê ji bo ewlehî û aramiya Şingalê, ji nû ve avakirina wê û vegera xelkê wê nexşerêyeke jîwarî ye.”
Serokê Nûnerîtiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ron jî kir, “Tevî asteng û krîzên darayî ji ber birîna pişka wê ya budceyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî berê awareyan û xasma jî Êzidiyan û pêkhateyên din bi rê ve birine û dê berdewam jî be, xasma ku niha zêdetirî 280 hezar Êzidiyan li kampên Kurdistanê dijîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyariya parastin û dabînkirina xizmetan kiriye xema xwe.