Mendelawî: Em dixebitin ku di budceya giştî de nivîsek bo qerebûkirina Êzidiyan hebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Yekê yê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê amaje da ku, ew bizavê dike ku nivîsek li ser qerebûkirina Êzidiyan di budceya giştî ya federal de bê bicîhkirin.
Cîgirê Yekê yê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Muhsin Mendelawî îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) di salvegera 11ê ya komkujiya Êzidiyan de daxuyaniyek belav kir.
Muhsin Mendelawî di daxuyaniya xwe de ragihand, “Divê alî û dezgehên fermî yên pêwendîdar bi awayekî cidî bixebitin, da ku birînên Êzidiyan derman bikin û pêşiyê li dubarebûna her komkujiyeke din a bi wî rengî li dijî wê pêkhateya resen bigirin.”
Navbirî herwesa got ku, ew bizavê dike ku nivîsekê di qanûna budceya federal de bicîh bike, da ku qurbanî û zirardîtiyên wê komkujiyê qerebû bikin. Ji bo vê armancê jî, ew dê bi hikûmeta xwecihî ya Neynawayê re di têkiliyê de bin, da ku herî zêde Êzidî qerebûyê werbigirin.
Rêxistina terorîstî ya DAIŞê li roja 03ê Tebaxa 2014ê êrîş kir ser Şingalê, Kurdên Êzidî komkuj kirin û 6 hezar û 417 kes jî revandin. Heta niha 3 hezar û 591 Kurdên Êzidî ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa 2 hezar û 500 ji wan hîn jî ne diyar e.