Dem Partî: Divê zindanîkirina Demirtaş û Figen Yuksekdag bidawî bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Serokê Fraksiyona Dem Partiyê amaje da ku, demokratîkkirina Tirkiyeyê bi rêya azadiya siyasî tê. Herwesa got ku, êdî ew nikarin bi çarçove û têgehên berê yên demokrasiyê berdewam bin.”
Wekîlê Serokê Firaksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Sezai Temelli îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Divê komîsyon bi awayekî cidî bixebite û mijara zindaniyên siyasî bidawî bike. Divê zindanîkirina Selahedin Demirtaş û Figen Yuksekdag bidawî bibe û ew kesên ku ji ber sedemên siyasî neçar mane birevin bên vegerandin.”
Sezai Temelli herwesa got, "Demokratîkkirina Tirkiyeyê dê bi rêya azadiya siyasî bê. Em êdî nikarin bi çarçove û têgehên berê yên demokrasiyê berdewam bin û em hewceyê têgihîştineke nû ya serweriya qanûnê ne. Em dê vê yekê bi rêya çareseriyeke demokratîk a pirsa Kurdan bikin.”
Navbirî tekez jî kir, “Divê komîsyon şertên pergaleke qanûnî ya tevgir û avakirina demokrasiyê bicîh bîne, û divê şert û mercên xebatê ji bo Abdullah Ocalan bên peydakirin da ku ew bikare wê pêvajoyê bi tevahî pêşve bibe.”
Parêzer û çavdêrê siyasî li Enqereyê Mesûd Ozer duhî (Şemî, 02ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Komîsyona Parlementoyê ya Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyeyê amadekariyan ji bo guhertin û sererastkirina wan qanûnan dike yên ku ji ber pêvajoya aştiyê divê bên guhertin.”
Mesûd Ozer herwesa gotibû, “Ew komîsyon dê wê pêşniyarê pêşkêşî parlementoyê bike û divê 301 parlamenter dengî bidin wê pêşniyarê, da ku bê pejirandin.”
Navbirî amaje jî dabû, "Ez difikirim ku Demirtaş dê di meha bê de bê berdan."