Piştî 11 salan, hîn jî %40 ya revandiyên Êzidî nehatine rizgarkirin

Hisên Qaîdî
Hisên Qaîdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkiriyên Êzidî ragihand, “Li 3ê Tebaxa 2014ê, di dema êrîşa DAIŞê li ser Şingalê de, zêdetirî 6 hezar Êzidiyan hatin revandin, ku nêzîkî %40 ya wan hîn jî nehatine rizgarkirin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkiriyên Êzidî Hisên Qaîdî ji Kurdistan24ê re got, “Li gorî amarên nivîsîngeha me, nêzîkî 6 hezar 417 Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, ku 2 hezar û 554 kes hîn jî ji destê wê rêxistinê nehatine rizgarkirin.”

Hisên Qaîdî di derheqa rizgarkirina Êzîdiyan ji bin destê DAIŞê de jî got ku, ew nikarin ji medyayê re li ser rêkarên azadkirina wan revandiyan biaxivin, lê bi rêya endamên me bizav tê kirin ku bi wan re têkilî bên danîn da ku cihên wan eşkere bikin û tîmeke nivîsîngehê bişînin da ku wan rizgar bikin. Amaje jî da ku, berî ku ew bi revandî re têkiliyê danin û wî azad bikin, ew lêkolînê li ser wî kesî dikin.

Navbirî ji zarê yek ji revandiyan behsa hovîtiya hovîtiya çekdarên DAIŞê kir û got, “Jinek û zarokê wê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin. Piştî ku demeke dirêj ji xwarin û vexwarinê bêpar man, wê rêxistina terorîst xwarineke goştî da wê jinê û piştî xwarinê ji wê re got: ev goştê zarokê te bû!”

Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkiriyên Êzidî ron jî kir, “Hovîtî û kiryarên terorîstî û nemirovane yên DAIŞê bidawî nabin. Wan hemî kiryarên nemirovane yên wekî kuştin, destdirêjiya cinsî, bazirganiya mirovan û karên din ên hovane kirine.”

 
Fly Erbil Advertisment