Ebdî: Doza Kurdî di nava danûstandinên ji bo çareseriyeke giştî li Sûriyeyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke berfireh de hûrgiliyên lihevkirina 10ê Adarê ya bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re eşkere kir û ragihand, kanalên peywendiya rasterast bi Tirkiyeyê re hatine vekirin. Ebdî da zanîn ku Enqere ji bo cîbicîkirina lihevkirinê zextê li Şamê dike.

Ebdî tekez kir, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê Berçileya 2024an de, Sûriye ketiye nav veguherîneke siyasî û jeopolîtîk a bingehîn û ji tewereya Îran-Rûsyayê derketiye û ber bi mihwerê dijber ve çûye.

Peymana 10ê Adarê

Mezlûm Ebdî eşkere kir, lihevkirina 10ê Adarê ya bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şara re, piştî rêze hevdîtinên ku di dawiya Kanûna 2024an de li Şamê dest pê kiribûn, pêk hatiye. Wî da zanîn ku danûstandinên destpêkê negihîştin ti encamê.

Ebdî got: "Diyalog bi navbeynkariya rêxistinên civaka sivîl ên Amerîkî û Brîtanî berdewam kir, heta ku em gihîştin civîna duyemîn di 10ê Adarê de. Ji ber zêdebûna metirsiya şerê mezhebî û pevçûnan li herêmên cuda yên Sûriyeyê, me li ser agirbesteke li seranserê welat li hev kir."

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez kir, armanca sereke ya lihevkirinê, rawestandina şer û yekkirina welatê ku di navbera çar desthilatên cuda de parçe bûbû, bûye. Da zanîn ku zêdebûna aloziyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de, bû sedem ku bilez bigihîjin vê lihevkirinê da ku rê li ber şerekî navxweyî were girtin û vegera sivîlan misoger bibe.

Ebdî diyar kir, di lihevkirinê de tenê xalên giştî hatine erêkirin û hûrgilî ji bo gerên paşerojê yên danûstandinan hatine hiştin. Herwiha got, ya herî girîng lihevkirina li ser bidawîkirina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê bû, ku di serê wan de doza Kurdî tê.

Helwesta Tirkiyeyê û rola navdewletî

Derbarê rola hêzên derve de, Ebdî da zanîn ku hêzên Amerîkî di dema çûna wan a Şamê de tenê piştgiriyeke lojîstîk dane wan, lê beşdarî civînan nebûne.

Li ser helwesta Tirkiyeyê, Ebdî got, "Tirkiye ne aliyekî rasterast ê lihevkirinê bû, lê tevî helwesta xwe ya naskirî ya li hember HSDê, li dijî lihevkirinê derneket."

Ebdî herwiha eşkere kir, kanalên peywendiya rasterast bi Tirkiyeyê re hene û ev yekê wek "erênî" binav kir. Da zanîn jî: "Enqere banga cîbicîkirina lihevkirina 10ê Adarê dike û zextê li Şamê dike ku bi HSDê re bigihîje têgihiştinekê."

Fermandarê HSDê destnîşan kir, tevî hebûna nakokiyan jî, HSD di rewşa yekbûna Sûriyeyê de xwe wek beşekî xwezayî yê artêşa Sûriyeyê dibîne. Herwiha da zanîn ku Amerîka, Fransa û Brîtanya hîn jî di danûstandinên bi hikûmeta Sûriyeyê re beşdar in, ku ev yek girîngiyeke cidî ya navdewletî ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh nîşan dide.

 
Fly Erbil Advertisment