Peyamnêrê Kurdistan24ê: Dema xebata komîteyên girêdayî Kurdistanê bo hefteyekê hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, “Civîna Encûmena Wezîrên Iraqê pir erênî bû. Wezîrê Petrolê yê Federal baş dibîne ku, petrola ku niha li Herêma Kurdistanê tê hilberandin bê wergirtin û radestî şîrketa SOMOyê bê kirin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) got, “Di civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de, mijara peymana di navbera Hewler û Bexdayê de bi berfirehî hat nîqaşkirin û nîqaşên li ser vê mijarê jî pir erênî bûn.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê amaje jî da, “Her di wê civînê de, Wezîrê Petrolê yê Federal Heyan Ebdulxenî got: Komîteyeke taybet a Wezareta Petrolê serdana zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kiriye. Li gorî raporên wê komîteyê, ji ber êrîşên bi dronan, zirareke zêde gihîştiye zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê.”

Wezîrê Petrolê yê Federal ron jî kir, "Li gorî raporan, Herêma Kurdistanê dikare her rojê 130 hezar bermîlên petrolê berhem bîne, ji wê rêjeyê jî 50 hezar bermîl ji bo navxwe bi kar bîne û 80 hezar bermîl jî ez baş dibînim ku em werbigirin radestî SOMOyê bikin.”

Li gorî zanyarên Dîlan Barzan, Wezîrê Petrolê razî bûye ku ew 80 hezar bermîlên petrolê yên Herêma Kurdistanê radestî wezaretê bên kirin, lê bi şertekî ku her gava xeterî li ser zeviyên petrolê nema, divê Herêma Kurdistanê hilberînê zêde bike û wê rêjeya petrolê radest bike ya ku hikûmeta federal û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê li hev kiriye.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê di derheqa dahatên negirêdayî petrolê ya Herêma Kurdistanê de jî eşkere kir, “Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî di wê civîna encûmenê de ragihand: Heta niha rapora dawiyê li ser mijara dahatên negirêdayî petrolê ji komîteyên ku ji bo wê pirsê hatine pêkanîn negihîtiye destê me da ku em wê pêşkêşî Sûdanî bikin.”

Dîlan Barzan amaje jî da, “Wezîrê Derve Fuad Husên, Wezîrê Dadê Xalid Şwanî û Wezîrê Avedankirinê yê Iraqê Bengîn Rêkanî amaje da ku, pirsa dahatên negirêdayî petrolê pêdivî demeke zêdetir e, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi du pergalên cuda dixebitin, ji ber vê yekê jî ew her du hefteyên ku ji bo amadekirina rapora dawiyê di destê komîteyan de ne pir kêm e û divê dema xebata wan bê dirêjkirin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got, “Di dawiya wê civînê de, Sûdanî biryar da ku dema xebata komîteyan ji bo hefteyeke din dirêj bike, heta ku li roja Sêşemê ya bê, di civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de, komîte rapora xwe ya dawiyê li ser dahatên girêdayî petrolê û yên negirêdayî petrolê pêşkêş bikin û biryara dawiyê li ser bê dan.”

 
Fly Erbil Advertisment