Tammy Bruce bo K24ê: Pejirandina projeqanûna Heşda Şeibî dezgehên qanûnî yên Iraqê dixe xeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, "Tiştê ku DAIŞê li beranberî Êzdiyan kir trajediya bû û Serokê Amerîkayê tekez dike ku divê DAIŞ bê tunekirin."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Trump plan dike ku şerê Xezzeyê bidawî bibe û alîkariyên mirovî ji bo wê zêdetir bibin. Em dixwazin ew plana ku me danaye bê bicîhanîn.”
Tammy Bruce ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re got, “Qanûna Heşdî Şeibî wesa dike ku ew komên ji bo Îranê dixebitin li Iraqê bên dezgehîkirin û dezgehên qanûnî yên Iraqê dixe xeterê.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “Tiştê ku DAIŞê li beranberî Êzdiyan kir trajediya bû. Serokê Amerîkayê berdewam tekez kiriye ku DAIŞê bê tunekirin.”
Berdevka navbirî ron jî kir, “Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff vê hefteyê serdana Rûsyayê dike.”