Yuksel Genç: Pêvajoya niha ji ya berê pêşdetir e û hêvî xurttir in

Diyarbekir (K24) – Kesên di pêvajoyên berê yên çareseriya pirsa kurd de cih girtine derbarê komisyona parlementoya Tirkiyeyê de dibêjin, cara yekem e ku parlemento xwedî li pêvajoyê derdikeve û ev yek hêja û girîng e. Yuksel Genc a ku 1999an de li ser bangewaziya Abdullah Ocalan xwe bi çekê xwe radestî Tirkiyeyê kiribû dibêje, ew ji vê pêvajoyê bihêvî ye û kurd jî, Rojhilata Navîn jî ne wek şert û mercên 1999ê ne.

Yuksel Genç, di sala 1999an de dema nav refên PKKê de bû li ser bangewaziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi komek bi navê koma aştiyê re bi çekên xwe radestî Tirkiyeyê kiribûn. Yuksel Genc di çarçoveya endamtiyê de hat darizandin û heta 2004an girtîgehê de ma û piştî ku yasa hatin guherîn ji girtîgehê derket û niha jî Berpirsa Giştî Ya Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê ye. 9 salên wê girtîgehê de jî derbas bûye. Derbarê pêvajoya niha de dibêje li gorî sala 99an niha bingehek guncavtir bo çareseriya pirsa kurd heye.

Berpirsa Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê Yuksel Genç ji K24ê re got: “Di sala 1999an de jî PKKê digot pirsa kurd bi pevçûn û çekan çareser nabe, niha jî heman tiştê dibêje, PKK niha jî dixwaze nasnameya kurd di destûrê de were nasîn û hemwelatîbûna wekhev were cîbicîkirin. Di 99an de dewlet bin bandora serbazan de bû lê niha qada siyasî di dewletê de bibandor e, 99an de parlementoyê nekarî xwedî li pêvajoyê derbikeve lê niha komîsyon ava dibe ku ev girîng e. Di 99an de destkeftiyek kurdan nebu lê niha li Başurê Kurdistanê pergalek federal heye û ezmuna Rojavayê Kurdistanê heye. Di 99an de guherînên Rojhilata Navîn wek îro bi awayeke berfireh û berçav dest pê nekiribun lê niha tê dîtin ku guherînên girîng dest pê kirine.”

Yuksel Genç bo komisyona ku bin banê parlementoyê de ava bûye amaje dike ku girîng û hêja ye ku bingehek fermî bo pêvajoyê çêbibe, lê divê komîsyon ne tenê bo çekdanîn û vegerê yasayan derbixe, ya girîng ew e ku sedema bikaranîna çekan ji holê were rakirin.

Yuksel Genç dibêje: “Giringiya komîsyonê ew e ku cara yekem e dê pirsa kurd zemînek evqasî berfireh ya siyasî de were nîqaşkirin. Heta niha pêvajo navbera rayedarên dewletê û Ocalan de bi awayeke veşartî dimeşiya. Dê bi nirxandin û nîqaşên komîsyonê re êdî daxwazên kurdan neyên terorîzekirin. Her wiha divê komîsyon ne bi tenê bo çekdanînê bixebite, divê sedemên bikaranîna çekan ji holê rabe û zemîna nasîna nasnameya kurdan were avakirin. Divê peymanek civakî ya wekhev a netewe û bawerîyan derbikeve holê.”

Yuksel Genç piştî 26 salan dibêje pêvajoya niha li gorî pêvajoyên berê pêşdetir e, hêvî xurttir in û divê nasnameya kurd di nava destûra Tirkiyeyê de were gerentîkirin.

 
Fly Erbil Advertisment