Zîwer Ozdemîr: Komîsyon hêviyeke nû ye ji bo çareseriya pirsa Kurd
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê AK Partiyê yê berê Zîwer Ozdemîr, avakirina "Komîsyona Aştiyê" ya di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de weke "rojeke dîrokî" binav kir û ragihand, ev komîsyon dê bibe platformeke girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên welat, bi taybetî pirsa Kurd.
Zîwer Ozdemîr ji K24ê re got: "Îro ji bo Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye. Di dîroka miletan de hin demên girîng hene û ev jî yek ji wan deman e. Li Tirkiyeyê nêzîkî 50 sal, belkî zêdetirî 100 sal e pirsgirêkek heye, lê heta niha platformeke ku mirov bikaribe bi rehetî li ser vê mijarê biaxive, çênebûbû."
Ozdemîr amaje bi wê kir, ev komîsyon xwedî nûnertiyeke berfireh e û hema hema hemû partiyên di parlamenê de cihê xwe tê de digirin, ku ev yek rêjeya beşdariyê digihîne %97-98. Ev yek, li gorî wî, hêviyeke mezin ji bo çareseriyê çêdike.
"Komîsyon dikare pirsa Kurd çareser bike"
Ozdemîr tekez kir, komîsyon dê li ser hemû mijarên girîng ên Tirkiyeyê raweste û wiha axivî: "Komîsyon dê li ser kêmasiyên di warê demokrasî, dad, aborî, perwerdehî, çand û mafên Kurdan de raweste. Her tişt dê bi awayekî rehet û asanî di vê komîsyonê de bê axaftin û tomarkirin. Em hêvîdar in ku ev pêngav bibe sedema jiyaneke hevbeş a di nava aştî, biratî û demokrasiyê de."
"Pirsa Kurd tenê ne pirsa PKKê ye"
Parlamenterê berê yê AK Partiyê herwiha red kir ku pirsa Kurd tenê bi PKKê ve were girêdan û got: "Eger mirov bêje pirsa Kurd tenê PKK ye, ev neheqiyeke gelek mezin e li hember Kurdan û li hember Tirkiyeyê. Kurdên ku ne PKK'yî jî hene. Pirsgirêkên wan ên çandî, zimanî, perwerdehiyê û aboriyê hene."
Zîwer Ozdemîr da zanîn, AK Partî ji sala 2002an ve hewl dide van pirsgirêkan çareser bike û di destûr, hilbijartin û gelek qadên din de guhertinên girîng pêk anîne.
Di dawiya axaftina xwe de, Ozdemîr hêviya xwe anî ziman ku bi hevkariya hemû aliyan, ev komîsyon bikaribe bibe mînakek baş ji bo welatên cîran û çareseriyeke mayînde ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re peyda bike.