Di navbera "çekdanînê" û "çareseriya demokratîk" de, Komîsyona Aştiyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo proseya aştiyê, ku bi navê "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî" hatiye binavkirin, sibe 08.08.2025) civîna xwe ya duyemîn li dar dixe. Tê payîn ku di civînê de desthilat û erkên komîsyonê bêne gotûbêjkirin, lê belê li ser çarçove û armancên wê, di navbera AK Partiyê û KCKê de nêrînên cuda û dijber derdikevin pêş.

Medyaya Tirkiyeyê ragihand, di civîna sibe de, nûnerên partiyên siyasî dê li ser sînorên desthilat û berpirsiyariyên komîsyonê rawestin.

Çarçoveya AK Partiyê: Armanc gihîştina Tirkiyeyeke bêteror e

Peyvdarê AK Partiyê Omer Çelîk çarçoveya karê komîsyonê bi awayekî eşkere diyar kir û got: "Karê komîsyonê tenê birêvebirina proseya çekdanîn û xwehilweşandina PKKê û gihîştina armanca Tirkiyeyeke bêteror e." Çelîk herwiha da zanîn ku di vê qonaxê de her gotûbêjek li ser firehkirina erkên komîsyonê ne di cih de ye.

KCK: Divê Komîsyon sedemên bingehîn çareser bike

Li aliyê din, Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu derbarê komîsyonê de nêrînên xwe parve kirin û amaje bi girîngiya wê kir, lê di heman demê de rexneyên xwe jî anîn ziman.

Karasu got: "Pêwîst e pirsa Kurd bi rêyên demokratîk li parlamentoyê were çareserkirin. Damezrandina komîsyonê tiştekî girîng e, lê ya girîngtir ew e ku ev komîsyon dê çawa kar bike û armancên wê çi ne?"

Karasu herwiha rexne li nezelaliya armancên komîsyonê girt û got: "Diviyabû komîsyon bi yasayekê bihata damezrandin da ku armancên wê zelaltir bana. Niha bi temamî ne diyar e ku komîsyon dê çawa ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsa Kurd bixebite."

Derbarê dema karê komîsyonê de jî, Karasu anî ziman ku dema diyarkirî (du-sê meh) gelekî kurt e. Li gorî wî, "Ev dem tenê têra karê li ser çarenûsa çekan dike, ku ev bi serê xwe ne bes e. Pêwîst e komîsyon li ser sedemên ku bûne bingeha avabûna PKKê bixebite, ku ew jî doza Kurd e."

Civîna Yekemîn û Pêkhateya Komîsyonê

Yekemîn civîna komîsyonê roja Sêşemê, 5ê Tebaxa 2025an, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş pêk hatibû û navê wê bi fermî weke "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî" hatibû pejirandin.

 
 
Fly Erbil Advertisment