Hakan Fîdan li Şamê pirsa HSDê bi Şera re nîqaş dike

Hakan Fidan
Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê niha li Şama paytexta Sûriyeyê ye û peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de bi Ehmed Şera re nîqaş dike.

Medyaya Tirkiyeyê parve kiriye ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan li Şama paytexta Sûriyeyê ye û tê çaverêkirin ku bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û rayedarên payebilind ên Sûriyeyê re bicive.

Her li gorî wê çavkaniyê, mijarên sereke yên civînên Fidan bi rayedarên Şamê re dê peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de û aloziyên vê dawiyê yên başûrê Sûriyeyê bin.

Herwesa çavkaniyeke Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê ji medyaya Tirkiyeyê re gotiye ku, HSD li gorî peymana ku li roja 10ê Adarê bi Hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye serederiyê nake.

Çavkaniya jêgotî eşkere jî kiriye, "HSDê ji pevçûnên li başûrê Sûriyeyê feyde wergirtiye û êrîşên vê dawiyê yên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê li Minbicê û gundên Helebê zirarê digihînin yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa wî welatî."

Her wê çavkaniyê amaje jî daye, "Helwesta Tirkiyeyê zelal e û dê piştgiriya yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bidomînin. Di vî warî de, ew li ser piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê di şerê li dijî rêxistinên terorîstî û pêşkêşkirina perwerde û şêwirmendiyê de berdewam dikin, ku Sûriye ji bo zêdekirina şiyanên xwe yên bergiriyê û ewlehiyê daxwaz dike.”

Rayedarên Tirkiyeyê berdewam tekezê li ser wê yekê dikin ku, divê peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de bi zûtirîn dem bê bicîhanîn.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment