Berê Kurdistana Sûriyê: Konferansa Hesekê gaveke erênî ye, lê divê federalîzm bingeh be

Navenda Nûçeyan (K24) – Berê Kurdistana Sûriyeyê Konferansa Pêkhateyan  wek "gaveke erênî û pêşketî" bi nav kir, lê di heman demê de rexne û têbiniyên xwe yên cidî li ser hin xalên ku di konferansê de hatine gotin, anî ziman.

Konferansa Yekîtiya Pêkhateyan duh 8ê Tebaxê li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin û di encamnameya konferansê de, banga avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk hat kirin, ku tê de mafên hemî pêkhateyan bi destûreke nû bêne misogerkirin.

Berê Kurdistana Sûriyeyê îro helwesta xwe wiha aşkera kir:

Rêvebiriya PYD li Hesekê konferansek bi beşdarbûna nûnerên pêkhateyên cuda li deverê lidar xist û em vê yekê weke gaveke pêşketî û girîng dibînin, lê em tekez dikin, ku têbînî û rexneyên cidî di derbarê tiştê têde hatiye de hene.

Em baş dinirxînin banga ji bo destûreke demokrat ku mafên tevahiya pêkhateyan misoger bike û ji bo beşdariyeke siyasî û rêveberî ya rast ava bike, herwiha tekeziya li ser dadmendiya veguhêz û lêborîna niştimanî ku bibe bingeh ji bo avakirina pêşerojeke aram û dadperwer, li gel tekeziya li ser girîngiya jinûve çêkirina sînorên xwecihî yen heyî ku taybetmendiya demografî, çandî û civakî yên civakên xwecihî li ber çavan bigire. Lê nabe HSD(QSD) û PYD biryarên siyasî tenê têxin destên xwe û aliyên kurd ji konferansê dûr bixînin. Di konferansên bi vî rengî de divê konfransine giştgîr bin ji hemû aliyan re ku karibin nerîneke siyasî ya hevbeş jê derxînin heta nûnertiya rast a pêkhateyan nîşan bide.

Di vê derbarê de jî, divê yên bi vê konferansê rabûne, merema xwe ji nenavendiyê diyar bikin, ka gelo nenavendiyeke siyasî ye yan jî mebesta wan federalî ye? Em dibînin di sîstema federal de, destûra federal garantiyên destûrî ji bo parastina mafên herêman û pêkhateyan dide, herwiha desthelat û dahatên welatî dadperwerane têne parvekirin û nahêle tecrûbeyên berê vegerin ku bibûn sedema piştguhxistin û dûrxistinê.

Em weke Berê Kurdistana Sûriyê, dibînin armanca PYD û HSD, ku bi vî konferansî rabûne, ew e ku biryara siyasî tenê di destên wan de be, ku şandên gotûbêjên bi Şamê re bêtir dike. Di heman demê de jî hikûmeta veguhêz bi HSD re tenê weke aliyekî çekdar a desthelatdar dide û distîne. Bi vî rengî jî astengiyan li ber danûstandinên bi şandên nûnertiya kurdan yan pêkhateyên din re dike, derdixe. Ew jî dide xuyakirin, ku hikûmeta veguhêz tenê ji aliyê ewlehî ve li doza kurd dinêre.

Di dema ku em pêşwaziya tekezkirina daxuyaniya konfransê Hesekê li ser pabendbûna bi encamên konfransê hevbeş a Nîsana 2025an, dikin, em dibêjin divê ew ji encamên konfransê hevbeş neyên xwar, bi taybetî xala ku dibêje divê Kurdistana Sûriyê herêmeke rêveberî û siyasî ya yekgirtî be di hundir Sûriyak federal de, û garantîkirina mafên gelê Kurd li gor peyman û belgenameyên navdewletî, ku divê ew yek bibe beşekî sereke û di her gotûbêj û lihevkirinekê de dest jê neyê berdan.

Em tekez dikin, ji mafê tevahiya pêkhateyan e nêrîn û daxwazên xwe bêjin û ew mafekî rewa ye, dûrî siyasetên dûrxistin û gefan ku hikûmeta demkî hewl dide bi zorê bi cih bîne.

Berê Kurdistana Sûriyê

09 – 08 – 2025

 
Fly Erbil Advertisment