Zekî Îrmez: Heta pirsa Kurd çareser nebe, pirsgirêkên Tirkiye û navçeyê jî çareser nabin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez avakirina "Komîsyona Lêkolînkirina Pêvajoya Aştiyê û Pirsa Kurd" li Parlamentoya Tirkiyeyê wek gaveke erênî binav kir, lê di heman demê de hişyarî da ku ji bo çareseriyeke mayînde, divê ev pirs bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrî were çareserkirin.
Zekî Îrmez di beşdariya bultena nûçeyan a K24ê de ragihand, ew bi awayekî erênî li avakirina komîsyonê dinêrin û got, "Em ji vê komîsyona ku ji bo pêvajoya aştiyê hatiye damezrandin kêfxweş in. Ev bi salan e em dibêjin divê pirsa Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin û cihê çareseriyê jî parlamento ye."
"Pirsa Kurd pirseke destûrî ye"
Îrmez tekez kir, pirsa Kurd ne tenê mijara "danîna çekan" e, lê belê pirseke kûr a sed salî ye ku bi dewleta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Herwiha got: "Pirsa Kurd, pirseke yasa û destûrî ya dewleta Tirkiyeyê ye. Heta ku mafên gelê Kurd di destûrê de neyên bicihkirin, ev pirs çareser nabe. Divê dewlet bi awayekî cidî û samîmî nêzîk bibe û ji polîtîkayên înkar, pişaftin û qirkirinê dûr bikeve."
Îrmez amaje bi wê yekê kir, heta pirsa Kurd neyê çareserkirin, ne tenê Tirkiye, lê tevahiya Rojhilata Navîn dê di nav aloziyan de bimîne û wiha pê de çû: "Pirsa Kurd êdî bûye pirseke cîhanî. Heta ku li Rojhilata Navîn ev pirs bi awayekî aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, aloziyên li herêmê jî dê bi dawî nebin. Herwiha qeyranên aborî, siyasî, civakî û dadwerî yên li Tirkiyeyê jî girêdayî vê pirsê ne."
Di dawiyê de, Parlamenterê DEM Partiyê hêviya xwe anî ziman ku komîsyona nû karibe bi awayekî berfireh li ser hemû aliyên pirsgirêkê bixebite û bibe sedema çareseriyeke rasteqîn.