Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê amara qurbaniyên erdheja Balikesirê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, “Di erdheja Balkesirê de, kesek miriye û zêdetirî 29 kesên din jî birîndar bûne.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya di postekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand, “Li gorî zanyarên destpêkî, welatiyekê 81 salî di erdheja Balikesirê de miriye û herî kêm 29 kesên din jî birîndar bûne.”
Li gorî Serokatiya Birêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD), duhî (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) nêzîkî seet 07:53 li navenda bajarkê Sindirgi yê parêzgeha Balikesirê erdhejek çêbû. Piştî wê erdhejê jî, zêdetirî 15 paş-erdhejan hatine tomarkirin.
Şaredarê Bajarkê Sindirgi yê parêzgeha Balikesirê Serhan Sak ragihand, “Zêdetirî 10 avahî û mizgeftan ji ber wê erdhejê wêran bûne û tîmên bergiriya şaristanî jî çend welatiyên ku di bin xirbeyan de asê mabûn rizgar kirin.”
Herwesa Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û ragihand, "Hemî dezgehên têkildar rêkar û planên pêdivî bi cîh anîne da ku bi bandorên erdhejê re rû bi rû bibin."
Li destpêka Hezîrana borî jî, li başûrê rojavayê Tirkiyeyê erdhejek çê bû û di encamê de jinek mir û 69 kesên din jî birîndar bûn.