Hêzên Rûsyayê xwe li Balafirxaneya Qamişloyê bihêztir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Televîzyona Sûriyeyê ragihand ku, hêzên Rûsyayê di çend qonaxan de xwe li Balafirxaneya Qamişloyê bihêztir kiriye û radar jî li wê balafirxaneyê binecih kirine.

Malpera Televîzyona Sûriyeyê îro (Duşem, 11ê Tebaxa 2025ê) li ser zarê çavkaniyeke haydar parve kir ku, hêzên Rûsyayê di çend qonaxan de xwe li Balafirxaneya Qamişloyê bihêztir kiriye, wekî nûjenkirina wî cihê ku balafirên Rûsyayê lê binecih bûne û berfirehkirina cihê mana leşker û efserên wan li wê balafirxaneyê.

Malpera Televîzyona Sûriyeyê dîmenên taybet ên hêzên Rûsyayê bi dest xistine, ku radarê li wê balafirxaneyê binecih dikin, berbest danane, deriyê çûna hundir firehtir kiriye û alaya Rûsyayê jî li ser avahiya wê balafirxaneyê bilind kiriye.

Li gorî wê çavkaniyê, du balafirên barhilgir ên Rûsyayî berdewam di navbera Balafirxaneya Qamişloyê û bingeha asmanî ya Himeymîmê de difirin û leşker, alavên lojîstîkî û alavên leşkerî vediguhêzin Balafirxaneya Qamişloyê. Herwesa got, "Ev operasyon bi gelemperî an sibehan an jî bi şevê tên kirin, da ku bala medyayê û çavên medyayan li ser livînên wan nebe.”

Wê çavkaniyê amaje jî da ku, hejmara leşkerên Rûsyayê li wê balafirxaneyê ji berî hilweşîna Esed ve kêm bûye, lê Rûsyayê ji meha borî ve dest bi vê tevgerê kiriye.

Çavkaniya navbirî texmîn jî kiriye ku, niha nêzîkî 200 leşkerên Rûsyayê li Balafirxaneya Qamişloyê hatibin binecihkirin.

Fly Erbil Advertisment