Serok Barzanî û şandeke şêx û serokên eşîrên Iraqê tekezî li ser serweriya qanûn û pêkvejiyanê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Tebaxê pêşwazî li şandeke payebilind a şêx û rûspiyên eşîrên parêzgehên Iraqê kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û rola eşîrên Iraqê di parastina aştiya civakî û xurtkirina ruhê pêkvejiyanê de di navbera pêkhateyên welat de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan tekezî li ser baweriya xwe ya bihêz a bi yekrêziya Iraqiyan kir û ev yek weke bingeha sereke ya seqamgiriyê bi nav kir. Herwiha diyar kirin ku diyalog baştirîn rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Şandê piştevaniya xwe ji bo nêrîna Merceiyeta Bilind a Olî ya li Necefa Pîroz dûpat kir, ku tekez dike divê çek tenê di destê dewletê de be, yasa serwer be û dadwerî di navbera hemû welatiyan de pêk were.
Di heman çarçoveyê de, şanda mêvan her cure destêwerdanên derve di karûbarên navxweyî yên Iraqê de red kirin û destnîşan kirin ku gelê Iraqê xwedî wê şiyanê ye ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û hevdu-qebûlkirinê, dûrî berbendiyên herêmî û navdewletî, çareser bike.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevahengî û pêwendiyan di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de kirin. Beşdaran giringiya xebata ji bo avakirina Iraqeke federal, aram û bextewar anîn ziman, ku tê de rûmeta hemû welatiyan ji Hewlêrê heta Besrayê û ji Mûsilê heta Nasiriyeyê were parastin.