PSK bang dike: Birîna daristanên Şirnexê rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember birîna daristanan a li herêma Şirnexê nîşan da û ragihand, ev pêvajo "bi riya destûrî ku ji saziyên desthiletdar hatine wergirtin berdewam dike."

Li gorî daxuyaniya ku îro 11ê Tebaxê ji aliyê Ofîsa Çapemenî û Ragihandinê ya PSK'ê ve hatiye weşandin, berê daristanên li herêmê "ji ber sedemên ewlehiyê hatin şewitandin", lê niha birîna wan bi destûrên fermî tê kirin. PSK'ê destnîşan kir ku ev rewşa ku pênc sal berê li hin gundên Silopiyê dest pê kiriye, "hîn jî berdewam dike".

Di daxuyaniyê de hat gotin, "hin hêzên herêmî yên ku dixwazin ji dahatûyên daristanan qezenc bikin" di vê pêvajoyê de cih digirin û bi bikaranîna "nifûza xwe" ji Walîtiya Şirnexê destûrên pêwîst werdigirin.

PSKê bal kişand ser birîna darên wekî berû û mazî û diyar kir, ev dar "tevna xwezayî ya welatê me ne" û birîna wan "ne tenê xwezeya Kurdistanê xera dike", lê di heman demê de li dijî gelek peymanên navneteweyî, bi taybetî jî Peymana Avhewayê ya Parîsê, ye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, PSK'ê bang li raya giştî kir û got: "Partiya me li dijî birîna daristanan a li Şirnexê nerazîbûna xwe nîşan dide û bang li hemû kesên hestyar dike ku dengê xwe bilind bikin û ji bo parastina daristanên me hêzên xwe bikin yek."

 
Fly Erbil Advertisment