Kurtulmuş: Armanca Komîsyonê şopandina pêvajoyê û gavên demokratîkbûnê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş tekez kir, erkê herî girîng a komîsyonê, şopandina pêvajoya çareseriyê, sererastkirina gavên pêwîst û gotûbêjkirina li ser pêngavên demokratîkbûnê ye.

Kurtulmuş îro 12ê Tebaxê di destpêka civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku komîsyon li gorî armanca xwe dixebite û endaman nêrînên xwe bi awayekî vekirî anîne ziman. 

Herwiha spasiya endaman kir, ji bo hewldanên wan ên erênî û anî ziman ku civîna berê ya bi serokên ewlehiyê re ji ber hestiyariya mijarê ji çapemeniyê re girtî bû.

Serokê Parlamentoyê bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevgirtina civakî û biratiyê û got, ji bo vê armancê tifaqa herî mezin di bin sîwana Meclisê de hatiye avakirin. 

Da zanîn jî, piştî Partiya Îyî endamên xwe destnîşan nekirin, komîsyon bi beşdariya partiyên din, bi 51 endaman karê xwe didomîne.

Di dawiya axaftina xwe de, Kurtulmuş eşkere kir ku rojeva sereke ya civîna sêyemîn guhdarkirina li pêşniyarên endaman e derbarê rêbaza xebatê û gavên ku dê di pêşerojê de werin avêtin.

 
Fly Erbil Advertisment