Şeybanî piştî civîna bi Fîdan re: Konferansa Hesekê binpêkirina Rêkeftina 10ê Adarê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî, piştî hevdîtina xwe ya îro li Enqerê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re, Konferansa Pêkhateyan a li Hesekê red kir û ew weke "binpêkirina Rêkeftina 10ê Adarê" ya di navbera Ahmed El-Şara û fermandarê HSDê de bi nav kir.
Şandeke payebilind a hikûmeta Sûriyeyê ku ji Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî, Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra û Serokê Saziya Îstixbaratê Husên Selame pêk dihat, îro 13ê Tebaxê li Enqerê bi Hakan Fîdan re civiya.
Piştî civînê, Es’ed Şeybanî di konferanseke rojnamevanî ligel Hakan Fîdan de got: "Me rêyên hevbeşiya siyasî û hemahengiya ewlehiyê bi Tirkiyeyê re gotûbêj kirin û em careke din tekez dikin ku em pêşwaziyê li vegera gav bi gav a koçberên Sûrî bo bajarên wan dikin."
Şeybanî herwiha got: "Me ji bo pêkanîna aramiyê li hemû cihên dewletê xebat kiriye û tevî zehmetiyan me xizmetguzariyên mezin pêşkêş kirine. Em destê xwe ji bo her hevkariyeke ku rêzê li yekitî û serweriya axa Sûriyeyê bigire, dirêj dikin."
"Konferansa Hesekê binpêkirina Rêkeftina 10ê Adarê ye"
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî di axaftina xwe de bal kişand ser çend mijarên girîng:
Hevkariya bi Tirkiyeyê re: "Me rêyên hevbeşiya siyasî û hemahengiya ewlehiyê bi Tirkiyeyê re gotûbêj kirin. Em destê xwe ji bo her hevkariyeke ku rêzê li yekitî û serweriya axa Sûriyeyê bigire, dirêj dikin."
Vegera Koçberan: "Em careke din tekez dikin ku em pêşwaziyê li vegera gav bi gav a koçberên Sûrî bo bajarên wan dikin."
Rewşa Siweydayê: "Tiştê li Siweydayê qewimî, ji aliyê Îsraîlê ve hatibû çêkirin da ku fitneya taîfî li herêmê belav bike. Dewleta Sûriyeyê parastina hemû welatiyên xwe misoger dike."
Konferansa Hesekê: "Ew konferans nûnertiya gelê Sûriyeyê û heta ya Kurdan jî nake. Me ew red kir. Ev konferans binpêkirina rêkeftina 10ê Adarê ye."
Fîdan: Em piştgiriya yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî di konferansê de ev xal anîn ziman:
Pêwendiyên bi Sûriyeyê re: "Pêwendiyên Sûriyeyê bi welatên herêmê re, bi taybetî bi Tirkiyeyê re, di mehên dawî de gelek baş bûne, tevî ku hin hewl ji bo têkdana rewşê hene."
Çareserkirina Pirsgirêkan: "Em ligel Sûriyeyê dixebitin ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi armanca rakirina astengan û pêşxistina hemû kertan, bi taybetî yê aborî, da ku jîngeheke guncaw ji bo vegera koçberan were avakirin."
Rola Îsraîlê: "Îsraîl hewl dide Sûriyeyê lawaz bike û dixwaze rewşeke aloziyê li wî welatî biafirîne. Ev yek nayê qebûlkirin û dê bandorê li ser welatên herêmê bike."
Helwesta Tirkiyeyê: "Em piştgiriyê didin serxwebûn, serwerî û parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê. Em geşbîn in ku çareseriyên bingehîn ji bo hemû pirsgirêkan bên dîtin, bi mercê ku destwerdanên navxweyî çênebin."
Banga ji bo Pêşerojê: "Em pir dixwazin ku pêwendiyên stratejîk ligel Sûriyeyê ava bikin û em bang li hikûmeta nû ya wî welatî dikin ku di hewlên xwe yên ji bo avakirina Sûriyeyeke nû de berdewam be, ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve misoger bike."