Tirkiye û Sûriyeyê yadaştek li ser meşq û şêwirmendiya leşkerî îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Bergiriyê yên Tirkiye û Sûriyeyê yadaşteke hevfêmkirinê li ser meşq û şêwirmendiya leşkerî di navbera herdu welatan de îmze kir. Herwesa her du aliyan mijarên bergirî û tenahiyê jî nîqaş kirin.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Qesre di serdana xwe ya hevpar de, bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Sûriyeyê Hisên Selame re, bi Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler re civiya.”

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê eşkere jî kir ku, her du aliyan di wê civînê de yadaşteke hevfêmkirinê li ser meşq û şêwirmendiya hevpar a leşkerî îmze kir, herwesa li ser mijarên bergirî û ewlehiyê yên dualî di navbera her du welatan û deverê de jî nîqaş hatin kirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) jî amaje da ku, hevfêmkirina hevpar ji bo xurtkirina şiyanên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê û pêşxistina dezgeh û peykerên wê ye.

Şandeke payebilind a Sûriyeyê îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê. Ew şanda Sûriyeyê, ku ji Wezîrê Derve Esed Şeybanî, Wezîrê Bergiriyê Merhef Ebû Qesre û Serokê Hewalgiriyê Hisên Selame pêk dihat, bi rayedarên Tirkiyeyê re li ser mijarên siyasî û ewlehiyê civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi hevtayê xwe yê Sûriyeyî re got, "Sûriye di hemî civînan de bi awayekî erênî bersiva me dide. Em jî spasiya wan dikin û em dê her tiştê ku ji destê me tê bikin da ku rewşê baştir bikin û em piştgiriyê didin wan."

 
Fly Erbil Advertisment