Şerefxan Cizîrî: Bila Îmamoglu û partiya wî gavên şênber ji bo fermîbûna Zimanê Kurdî biavêjin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, daxuyaniyên dawî yên Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yên derbarê zimanê Kurdî de nirxand û got, divê ev gotin ne tenê ji bo berjewendiyên hilbijartinê bin, lê belê bibin destpêka pêngavên şênber.

Cizîrî di beşdariya di bultena nûçeyan a K24ê de, di destpêka axaftina xwe de pirsî: "Divê mirov bipirse, gelo ev axaftin ji bo wergirtina dengên Kurdan e, yan bi rastî jî pirsa zimanê Kurdî weke mafekî mirovî û siruştî dibîne? Ger ew zimanê Kurdî weke mafekî bingehîn dibîne, divê partiya wî û ew bi xwe gavên pratîkî biavêjin."

"Daxwaza me ne fêrbûna we ye, lê fermîbûna zimanê me ye"

Şerefxan Cizîrî amaje bi wê yekê kir, daxwaza bingehîn a Kurdan ne ew e ku siyasetmedarên Tirk fêrî zimanê wan bibin, lê ew e ku zimanê wan bibe xwedî statuyeke fermî. 

Cizîrî got: “Em ne li dijî wê ne ku Tirk fêrî zimanê Kurdî bibin. Lê daxwaza me ne ev e. Daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Heta ku Îmamoglu û partiya wî (CHP) tiştekî şênber û berçav nekin, ev gotin tenê di sînorê xwe de dimînin.”

Bang li CHPê: "Dîroka xwe rast bikin"

Cizîrî destnîşan kir, di dîroka Komara Tirkiyeyê de CHP yek ji wan partiyan bû ku qedexe daniye ser zimanê Kurdî û wiha dewam kir:

“Ger CHP dixwaze serdemeke nû bide destpêkirin, kerem bikin, bila di komîsyonên [parlamentoyê] de pêşniyara fermîbûna zimanê Kurdî bikin. Heta niha ji bo statuya zimanê Kurdî û ji bo ku bibe zimanê perwerdehiyê, ti gaveke berçav nehatiye avêtin.”

Cizîrî da zanîn, wan weke Platforma Zimanê Kurdî ev daxwazên xwe ji gelek partiyên siyasî yên weke Kemal Kiliçdaroglu, Ahmet Davutoglu û Alî Babacan re jî ragihandine û tekez kirin ku pirsa zimanê Kurdî divê bibe pirsa sereke ya têkiliyên di navbera Kurdan û dewletê de.

 

 
Fly Erbil Advertisment