Peymana ewlehiyê ya Iraq û Îranê Amerîka hers kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Peymaneke nû ya ewlehiyê di navbera Iraq û Îranê de ji bo parastina sînorê wan ê hevpar, ku dirêjahiya wî dibe 1400 kîlometir, bûye sedema hêrsbûn û nîgeraniya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê.
Sekreterê Giştî yê Ecûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di nîvê vê hefteyê de serdana Iraqê kir û di bin çavdêriya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî re yadaşteke hevfêmkirinê ya ewlehiyê îmze kir.
Li gorî wê peymanê, her du alî dê ji bo zêdetir xurtkirina sînoran, girtina heşt bingehên partiyên opozisyonê yên Îranê li Iraqê û herwesa lihevguhertina kesên daxwazkirî di navbera her du welatan de bixebitin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji aliyê xwe ve nerazîbûna xwe li beranberî vê peymanê diyar kir û ragihand, "Em piştgiriyê nadin peymanekê ku Iraqê bike wekîla Îranê.” Şareza jî li wê bawerê ne ku, ev gava Iraqê li dijî heza Amerîkayê ye, ku ji bo sînordarkirina hejmona Îranê li deverê dixebite.
Şarezayê Ewlehiyê Wail Hazim ji Kurdistan24ê re got, “Ev peyman mezinahiya Îranê zêdetir bike". Wail Hazim pêşbînî jî kir, “Hevpeymaniya Navneteweyî helwesteke tund bigire û dibe ku Iraq rûbirûyî cezayên giran bibe.”
Di bersiva wan nîgeraniyan de, Hikûmeta Iraqê bizav kir ku rewşê aram bike. Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî ragihand, “Ev peyamn ne nû ye û ji sala 2023ê ve kar li ser wê hatiye kirin.” Li gorî gotina wî, di serdana Ehmedî de, "tenê yadaşta bicîhanîna wê peymanê hatiye îmzekirin.
Ji aliyekî din ve jî Balyozxaneya Iraqê li Waşintonê tekez kir ku, "Iraq welatekî serbixwe ye û teslîmî siyaseta ti welatekî din nabe.”
Şêwirmendê Desteya Şêwirmendên Ewlekariya Neteweyî Fazil Ebû Rexîf ji medyayê re ragihand, “Iraqê wekî welatekî xwedî serwerî maf heye ku peywendiyên baş bi cîranên xwe re hebin, vêca çi Kuweyt, Urdin, Erebistana Siûdî an jî Îran be.” Herwesa got, "Divê rêz li peywendiyên dîrokî û şaristanî yên hevpar ên di navbera gelên Iraq û Îranê de bê girtin."