Trump piştî civîna bi Putin re: Civîn berhemdar û avaker bû, lê em negihîştin rêkeftinekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, li baregeheke asmanî ya Alaskayê civîneke girtî lidar xistin. Piştî civînê, Trump ew weke "berhemdar" binav kir û bi awayekî eşkere bang li Ukraynayê kir ku ji bo bidawîkirina şer "lihevkirinê bike".
Civîna di navbera Vladîmîr Putîn û Donald Trump de, ku li pişt deriyên girtî pêk hat, sê saetan dewam kir. Herdu aliyan civîn weke "avaker û berhemdar" binav kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku gotûbêj di keşûhewayeke erênî de birêve çûn.
Piştî hevdîtinê, Donald Trump ji kenala "Fox News" a Amerîkî re axivî û civîn weke "10 ji 10'an" pênase kir. Trump diyar kir, wî ligel Pûtîn li ser mijarên weke NATO, tedbîrên ewlehiyê û pirsa axê danûstandin kiriye û got: "Ez bawer dikim em gelek nêzîkî wê yekê bûn ku bigihêjin lihevkirinê."
Di heman daxuyaniyê de, Serokê Amerîkayê şîret li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky kir ku ji bo bidawîkirina şer, lihev bikin û got: "Divê Ukrayna razî be, dibe ku razî nebe jî, lê şîreta min ji bo Zelensky ew e ku lihevkirinê bike."
Di dawiyê de, Trump eşkere kir ku "ew negihîştine lihevkirineke dawî", lê li ser gelek xalan danûstandin hatine kirin. Herwiha da zanîn ku wî "gelek bi duristî" ligel Putîn axiviye û "yek an du xalên girîng mane ku li ser li hev bikin."