Malbatên qurbaniyên şerê 40 salî ji Komîsyonê bihêvî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Malbatên kesên li Bakurê Kurdistanê di şerê 40 salên dawî de hatine serwindakirin an jî kuştin ji komisyona parlementoyê bi hêvî ne ku hemu buyerên tarî bide ronîkirin û berpirs jî werin sizadan. Di vê çarçopveyê de Komeleya Mafên Mirovan jî bo parlementoyê hatiye vexwendin û dê mafnas dane û raporên destê xwe pêşkêşî komîsyonê bikin.
Di demeke ku pêvajoya çareseriyê dimeşe de li aliyekê çalakiyên dayîkên şemiyê berdewam e û li aliyekê jî komisyona parlementoyê dê 19 û 20ê tebaxê de guhdarî dayîkên leşkerên jiyana xwe ji dest dayîn, dayîkên aştiyê û malbatên serwinda ne bike. Malbatên Kesên hatine serwindakirin dibêjin ew ji komîsyonê bihêvî ne lê divê komîsyon piştî guhdarîkirinê li gorî pêşniyar û daxwazan gavên şênber biavêje da ku pêvajo li ser bingehek xurt bimeşe.
Ahmet Ertak ku birayê wî Mehmet Ertakê di binçav de hatî windakirin, ji K24ê re got: “Komîsyona hatî avakirin hêviyê dide me ji berk u cara yekem e wisa komîsyonek fermî bo çareseriya pirsa kurd tê. Çek hatine bêdengkirin, PKKê xwe fesih kiriye. Sivîl, gerilla û leşker bit evde 100 hezar mirov mirin. Heger tê xwestin ku bi awayeke demokratik ev pirsa were çareserkirin divê hemu alî werin guhdarîkirin.”
Mafnas balê dikêşin ku yek ji sedemên kurbuna pirsa kurd jî ew e ku di binpêkirinên mafên mirovan de berpirs nehatine darizandin ku vê carê girîng e ku dê komîsyonek bin banê parlementoyê de hatî avakirin guh bide mexduran. Di vê çarçoveyê de komeleya mafên mirovan bo parlementoyê hatiye vexwendin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Ercan Yilmaz dibêje: “Parlementoyê vexwendnameyek bo me şand, doh gihîşt destê me, emê 2 kesan destnîşan bikin, wê hevalên me komîsyonê de raportek peşkeş bikin, derbarê guherînan de û gavên werin avêtin de emê pêşniyarên xwe peşkeş bikin.”
Komeleya Mafên Mirovan dide zanîn 1300 kes serwinda ne, 360 gorên bikom hene, 4000 kesên hatînm kuştin û kujerên wan nediyar hene. Komele dibêje divê komîsyon van buyeran ronî bike û berpirsan jî bide darizandin.”