Çalakvanekî Siweydayê: Em desthilata nû ya radîkal red dikin û mafê çarenivîsê dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê, Muhened Şihabedîn got, xelkê parêzgehê bi tundî desthilata demkî ya nû li Sûriyeyê red dikin û wê wek grûpeke "radîkal û terorîst" binav dike ku tawanan li dijî xelkê sivîl, bi taybetî Durzî, pêk tîne. Şihabedîn tekez kir ku xwepêşanderê Siweydayê daxwaza "mafê çarenivîsê" dikin.

Di hevpeyvîneke ligel Kurdistan24 de, Mihened Şihabedîn rewşa dawî ya parêzgeha Siweydayê şîrove kir û got: "Xwepêşandana me ya îro li navenda Siweydayê bersivek bû li ser kiryarên hovane yên desthilata nû. Me nasnameya Sûrî ya ku ew dixwazin ferz bikin red kir. Em daxwaza mafê çarenivîsê û parastina pêkhateya xwe dikin."

Şihabedîndesthilata nû bi wê yekê tometbar kir ku dixwaze "dewleteke Îslamî ya radîkal" ava bike û da zanîn ku ev yek ji aliyê gelê Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin. Herwiha got: "Şoreşa Sûriyeyê di sala 2011an de ji bo dewleteke sivîl dest pê kir, wek ku şehîd Meşel Temo daxwaza hewelatîbûnê dikir. Lê ev desthilata nû gelê Sûriyeyê ber bi parçebûna mezhebî û tayifî ve dibe."

Çalakvanê ji Siweydayê bal kişand ser binpêkirinên li dijî sivîlan û wiha axivî: "Vê desthilatê tawan li dijî xelkê me kirin, bi taybetî li dijî Durziyan. Nêzîkî 10 hezar jin hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyar e. Ev kesên ku hatine Siweydayê, dijî mirovahiyê û şaristaniyê ne. Ew hatin pirtûkxaneyên me şewitandin; pirtûkxaneya min ku 3 hezar pirtûk tê de bûn û ya hevalekî min ku 10 hezar pirtûk tê de bûn, şewitandin."

Derbarê paşeroja Sûriyeyê de, Şihabedîn hişyarî da û got: "Di bin sîwana vê desthilata 'çete' de, ti paşerojeke geş ji bo Sûriyeyê nîne." Tekez kir jî, ew daxwaza cudabûnê nakin, lê belê dixwazin Sûriyeyeke rasteqîn were avakirin ku hemû pêkhateyên wê – Kurd, Ereb, Durzî û Elewî – tê de bi hev re bijîn. 

Herwiha Kongreya Niştimanî ya li Hesekê wek modelekê ji bo vê yekê binav kir û got: "Pêwîst e em hemû wek gelê Sûriyeyê li dijî vê desthilata radîkal bibin yek, eger na metirsiya şerekî navxweyî li Hums û Helebê jî heye."

 
 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment