Seroka Fraksiyona PDKê: Tê payîn meha bê parlamento bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, eger heye di meha bê de parlamento bicive û karê wê yê yekem dê hilbijartina desteyeke "daîmî" ya serokatiyê be.
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parlamentoyê îro 17ê Tebaxê bi boneya 79emîn salvegera damezrandina PDKê, serdana Fraksiyona PDKê kir. Piştî civînê, Seroka Fraksiyona PDKê Vala Ferîd daxuyaniyek da çapemeniyê.
Vala Ferîd got: "Em hêvîdar in li gorî lihevkirina ku komîteyên danûstandinan ên herdu aliyan (PDK û YNK) li ser kirine, di meha Îlonê de Parlamentoya Kurdistanê kom bibe."
Derbarê rojeva civîna yekem de, Vala Ferîd eşkere kir, "karê yekem ê parlamentoyê ew e ku desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê were hilbijartin." Tekezî kir jî, desteya serokatiyê ya nû dê "desteyeke daîmî" be, ne demkî. Herwiha da zanîn, piştî hilbijartina serokatiyê, parlamento dê dest bi karên xwe yên din bike, wek avakirina komîteyên daîmî li gorî peyrewa navxweyî.
Li gorî gotinên Vala Ferîd, zanyariyên ku ji komîteyên danûstandinan gihiştine wan, nîşan didin ku "lihevkirineke baş heye û pêşketineke mezin çêbûye."
Civîna dawî ya PDK û YNKê
Ev daxuyanî di demekê de tê ku roja Pêncşema borî, 14ê Tebaxa 2025an, herdu şandên danûstandinan ên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyabûn.
Piştî civînê, di daxuyaniyeke hevbeş de, herdu aliyan ragihandibûn ku di çarçoveya rêkeftina li ser dîtina hevbeş de, "pêşketinên mezin" di rêkxistina karê hevbeş ji bo qonaxa bê ya birêvebirinê de hatine tomarkirin.
Di daxuyaniyê de hatibû tekezkirin, ji ber rewşa Herêmê û ji bo rêzgirtina li vîna xelkê Kurdistanê, herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku divê hewlên cidî bên dayîn, da ku di meha Îlonê de xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe yên asayî û yasayî bike. Herwiha tekezî li ser berdewamkirina gavên ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatibû kirin.