Mesrûr Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên şewata Helebceyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl a Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed bi rêya telefonê bi parêzgara Helebceyê re axivî û sersaxî ji malbatên qurbaniyên şewatê re xwast.

Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl îro 18ê Tebaxê di daxuyaniyekê de diyar kir, Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed peywendî bi Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih û Rêveberê Berevaniya Sivîl a Helebceyê Emîd Ebdîn Ebdulrehman Mihemed re kiriye.

Wezîrê Navxweyî, silav û xemgîniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihand rayedarên Helebceyê û sersaxî li malbat û kesûkarên her du qurbaniyan kir.

Herwiha, Rêber Ehmed amadebûna hemû sazî û dezgehên hikûmetê û Wezareta Navxweyî ji bo alîkariya Helebceyê nîşan da û tîmên Wezareta Navxweyî erkdar kirin ku ji bo vemirandin û kontrolkirina şewatê û kêmkirina ziyanan, karên pêwîst bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Navxweyî destxweşî li rêveber, efser û karmendên Berevaniya Sivîl, Polîsê Daristanan, hemû hêzên din ên Wezareta Navxweyî û welatiyên xwebexş kir, ku ev du roj in hemû hewlên xwe ji bo kontrolkirina rewşê didin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment